PDK piştî ambargoyê niha jî, Mexmûrê bê av dihêle
Hevşaredarê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Bedran Pîranî li ser pêkanînên PDK û pirsgirêka avê ya Wargehê ji televîzyona me re axivî.
Pîranî diyar kir ku di vê rojên germa havînê de PDK nahêle ew biçin bîrên avê binêrin û got: PDK saleke Wargeh dorpêç kiriye. Ambargo datîniye ser me. Niha jî di vê germahiya ser 50 dereceyê de nahêle em biçin avên bîrê kontrol bikin.
Pîranî ev helwesta PDK’ê wekî bi birçîtî û tîbûnê terbiyekirina niştecihên wargehê nirxand û got: Emê li hemberî ti zextî serî netewînin.