AMEDSPOR 2-1 ŞANLIURFASPOR
AMEDSPOR BI GOLÊN OGUZHAN OZTURK BI SER KET
Maça di navbera Amedspor û Şanliurfa-Sporê de li stadyoma Diyarbakirê de hat lîstin.
Di deqeya yekemîn de Amed-Spor bi gola Oguzhan Ozturk 1-0 ket pêş.
Di deqeya 21’ê de Şanliurfa-Sporê bi avêtina gola penal-tiyê lîstik xist 1-1.
Amed Spor di dewreya duyemîn de jî xurt destpê kir û di deqeya 51’ê de Oguzhan Ozturk goleke din avêt.
Di dewama listikê de gol nehatin avêtin û lîstik 2 û 1 bi serkeftina Amedspor bi dawî bû.
Amed Sporê vê sezonê lîstika xwe ya yekemîn qezenc kir û derket rêza 14’an.