Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Amy Austin Holmes: Washington dikare hebûna Rûsan bi sînor bike û desteke bide Kurdan 22.10.2020

 

AMY AUSTIN HOLMES-FOREIGN POLICY
WASHINGTON DIKARE HEBÛNA RÛSAN BI SÎNOR BIKE Û DESTEKÊ BIDE KURDAN

Bêtirî 8 salan e, fermandarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî projeya xwe a Rêveberiya Xweser li hemberî rêjîma Esed parastin û dewam kirin.

Herêma ku Kurd pêşengiya wê dikin, li ber DAIŞ’ê rabû. Li dijî destwerdanên dewleta Tirk, vekişîna Amerîka û belavbûna hêzên Rûsyayê xwe li ser piyan ragirt.

Wer xuya ye ku serokê Rûsyayê Pûtîn, bawer dike ku bi vekişîna Amerîkayê re ew ê armancên xwe li Sûrî pêk bîne. Bawer dikir ku ew ê serweriya Beşar Esed careke din vegerîne hemû deverên Sûrî. Li gorî Pûtîn, wê ew herêma nîv serbixwe bi hêsanî biketana bin kontrola hukûmeta navendî.

Aynen mîna rewşa Heleb û Humsê.

Lê ev daxwaz pêk nehat.

Ji hilweşandinê zêdetir, Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûrî ku niha çariyeke welat birêve dibe, Ji Reqaya li Rojava û heta Dêrika li Rojhilat.

Ev rêveberî li hin deverên di bin kontrola rêjîmê de jî heq-destê karkeran dide. Meha Îlonê ji bo çend hefteyan ez çûm serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ez bi xwe bûm şahidê kar û xebatên hemû saziyên Rêveberiya Xweser. Mîn dît bê li hemberî Esed çawa dixebitin.

Li dibistanan tevî Erebî, pergala perwerdeya bi Kurdî û Aramî heye. Ev perwerde bi sîstemek nû tê dayîn. Mamoste bi ti awayî guh nadin îdeolojiya rêjîma Esed a Baasî. Dadgehên li herêmê bi sîstemeke nû kar dikin. Gelek qanûnên ku beriya niha ji aliyê rêjîmê ve hatibûn ferz kirin, rabûne. Mîna cezayê darvekirinê. Li deverên di bin kontrola rêjîma Esed de, zewaca zarokan heye, lê ev yek li herêmên Rêveberiya Xweser hatiye qexekirin.

Dibe ku ev rewşa heyî ji bo Pûtîn şikestina hêviya wî be.

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk karîbû hebûna xwe ya yekgirtî biparêze. Li hemberî êrişên dewleta Tirk û hebûna hêzên Rûsya û rêjîmê, jihev neket. Bi hêz li ser piyan ma. Niha Hêzên Sûriya Demokratîk xwedî 100 hezar şervanî ye. Ew li ser asta Sûrî hêza duyemîn a herî mezin e.

Pûtîn û Esed dixwazin QSD’ê teslîmî artêşa Sûrî bibe. Lê fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî teqez kir ku ti plana wan a wiha tine ye.

Mazlum bi xwe ji min re got, ew dixwazin yekîtiya axa Sûrî biparêzin. Dixwazin xwedî li projeya xwe derkevin. Wer xuya ye ku Rûs yan bi propagandeya rêjîmê bawer dikin, an jî dixwazin rewşa heyî ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.

Li gorî peymana hatiye mohrkirin, hêzên Rûsyayê niha li herêmê mêvanên QSD’ê ne. Tevî vê yekê jî Rûsya di nava hewldanên hîlebaziyê de ye. Sedema vê jî ew e ku Rêveberiya Xweser qebûl nekir bikeve bin kontrola rêjîmê.

Bê goman sedema bingehîn a serkeftina QSD’ê li hemberî zextên Rûsya, rêjîma Sûrî û gefên Erdogan ne desteka Amerîka ye. Ew bi rengîniya hêza xwe karîbû nîşan bide bê çawa dikare hemû pêkhateyan bigre nava xwe.

Gelek ciwanên Ereb ên li herêmên di bin kontrola rêjîmê de jî dixwazin beşdarî QSD’ê bibin.

QSD’ê bi vê hêza xwe karîbû DAIŞ’ê têk bibe û Bakur û Rojhilatê Sûrî bike herêma herî aram. Ew teslîmê rêjîma Beşar nebû.

Êdî dema hatiye ku Amerîka vê rastiyê bibîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv