Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Analîstê rojnameya The Guardian Simon Tisdall: Brîtanyaya global amade ye bazara wijdanan jî bike 06.01.2021

 

ANALÎSTÊ ROJNAMEYA THE GUARDIAN, SIMON TISDALL:
“BRÎTANYAYA GLOBAL AMADE YE BAZARA WIJDANAN JÎ BIKE”

Îngilîstana piştî Brexitê navê Brîtanyaya Global li xwe dikir û pesnê xwe dida.

Yek ji van gavên global xuya ye peymana wê ya bazirganiyê ya li gel Tirkiyê ye.

Di eslê xwe de ev peyman tê wateya ku Brîtanyaya global wê xwe li binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê û herwiha li heq û huqûqa navneteweyî kerr û kor bike.

Ev peyman bêyî li parlemena Brîtanî were guftugokirin, hat îmezkirin.

Ev jî dibe rastiya dinyaya Boris Johnson a bêwicdan a piştî Breksîtê.

Tayyip Erdogan ê ku li dinyayê bi tenê hatiye hiştin, wê vê peymanê weke oksîjenê bi kar bîne.

Brîtanya bi vê peymanê rasterast destek daye hikûmeta Tirk a ku bi rêk û pêk muxalifan digire, sextekariyê di hilbijartinan de dike û zorê li dadgeran dike.

Li Tirkiyeyê bi hezaran parêzerên bêalî, parêzvanên mafê mirovan û rojnamevan an girtî an jî sûrginkirî ne. Hevserokê berê yê HDPê tevî ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê biryara serbestkirina wî jî da, hê jî li zindanê tê ragirtin.”

Hêmana wicdan û exlaq di helwesta Boris Johnson de hîç tune.

Li gorî Kampanyaya li dijî bazirganiya sîlehan, Brîtanyayê ji dema protestoyên Geziyê yên 2013´an ve bi bihayê 1.3 milyar poundan sîleh firotine Tirkiyeyê.

Peymana bi Tirkiyeyê re îşaret bi durûtiyeke esasî dike. Ev durûtî jî ji sozên wezîrê hikûmetê Dominic Raad eşkere dibin: “Wezîrê karê derve Dominic Raab soz dabû, ´gava ew ji YE´yê derkevin, binpêkerên mafê mirovan ên li seranserê dinyayê wê encamên kirinên xwe bibînin.´

Lê piştî peymana mohrkirî, Erdogan û yên weke wî bi van gotinên wezîrê Ingilîz dikenin.

Peymanên bi vî rengî, jirêderketin û bêwijdankirina siyasetê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv