Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Analîzên Rêber APO li ser 15 Tebaxê

 

GELÊ KURD BI PÊNGAVÊ RE VEJIYA Û RABÛ SER XWE

Salvegera 36’an a 15’ê Tebaxê ye.

Pêngavê di civaka Kurd de rê li ber qonaxeke nû vekir û gotin di cih de gelek rewşên berê yên statîk serûbinî kir.

Em çend roj in, li ser hin aliyên wê radiwestin û lêdikolin ka Rêber Apo di parêznameyên xwe de pêvajo çawa analîz kiriye.

Rêber Ocalan di parêznameya xwe de ji 15’ê Tebaxê heta 15’ê Sibata 1999’an analîz dike û îşaret bi guhertinên di civaka Kurd de dike.

Bi giştî di analîzên rayedarên PKKê de pêngava 15’ê Tebaxê weke gavavêtineke çekdarî ne, bêhtir weke pêngaveke aliyê wê yê polîtîk xurt tê destnîşankirin.

Ji ber vê jî Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK weke Yekîneyên Çekdarî ên propagandayê têne binavkirin.

Rêber Ocalan di parêznameya xwe de ji 15’ê Tebaxê heta 15’ê Sibata 1999’an analîz dike û îşaret bi guhertinên di civaka Kurd de dike.

Hebûna çandî ya Kurd bi Pêngava Tebaxa 1984’an di şer de hat ceribandin, bi gelek bûyerên qehremaniyê geşbû û zindîbûna xwe îspat kir. Eger xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê û şerê gel ê jê re pêşengî kir rast nebûya, dîrok û çanda Kurd rast nîşan nedabûya, Kurdan ê nikarîbûya hebûna xwe dewam bikira.

Jixwe di wê demê de gelek kom û kesayet bi heman îdeayan nêzî pirsgirêkê bûn, lê ji ber ku hemû li dîrok û çanda Kurd rast xwedî derneketin ji tesfiyebûyînê rizgar nebûn.

PKK di salên heftêyî de weke nerazîbûnekê derket holê û bû tevgereke xweparastinê ya Kurdan.

Ji lewra jî di destpêkê de tenê bi kadro û sempatîzanan dimeşiya, lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re gel jî xist nava xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir.

Tevger veguherî şerê xweparastina gel û lewma bû hedefa êrişên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar hemûyan, nexasim hêzên NATO-Gladîo.

Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li pişt van êrişan cih girtin.

Lê tevî vê jî van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan.

Rêber Apo îşaret bi kêmasiyên teknîkî û taktîkî yên pêngavê dike, lê balê dikişîne ser encama rê lê vekiriye û weha dibêje;

15’ê Tebaxê di rastiya Kurd de gelekî holan da. Kurdên em li wan digeriyan hêdî hêdî xwe nîşan didan, tevî aliyên xwe yên neyênî hemûyan, ref bi ref tevlî dibûn.

Komên muzîk û hozanan pirr dibûn, hejmara dostan zêde dibû. Min xwe ji tenêtiyê rizgar dikir û ez civakî dibûm.

Rastiya heqîqetê ya bi hesreta wê bûm, heqîqeta rastî bi hêz dikir. Di van salan de hozan bi xwe dihatin deverên gerîlla lê bûn, di Newrozan de li deverên kamp hebûn ji deh hezaran zêdetir girseyên gel kom dibûn û vê têra xwe rewşa vejînê îfade dikir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv