Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aqûbeta Mexmûriyên li Hewlêrê girtî ne, nediyar e 15.11.2020

Aqûbeta 16 kesên ji Mexmûrê yên li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin hîn nediyar e.

Asayîşa PDK’ê ji roja ku ambargo li ser wargeha Mexmûrê hatiye danîn û vir ve gelek şêniyên wargehê girtine. Ji 20 kesên ku heta niha hatine girtin 4 ji wan hatin berdan, lê belê aqûbeta 16 kesan nayê zanîn.

Kesên hatine berdan diyar dikin ku di girtîgehê de gotinen nexweş, bêrêzî û heqaret li wan hate kirin. Her wiha gotin ku ew di koxûşên ku çeteyên DAIŞ’ê hebûn de dihatin ragirtin û gelek caran wan di avêtin hûcreyên yek kesî.

Komîteya KarêDerve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî diyarkiribû ku di nava meha dawî de, herî kêm 20 kesên wargehê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Hewlêrê hatine girtin.

Li gorî agahiyên Komîteya Karên Derve ya Mexmûrê 15 karker û 5 jî xwendekar hatibûn girtin û di nava wan de 5 jinên ciwan jî hene. Ev welatiyane di dema çûyîna Hewlêrê, li cihên kar hatine girtin. Xwendekar jî li Hewlêrê hatine binçavkirin. PDK heya niha ti sedemek ji bo girtina şêniyan eşkere nekiriye û agahî jî nade.

Komîteya Karên Derve têkildarî mijarê serî li Xaça Sor a Navnetewî da, lê rayedarên Xaça Sor diyar kirine ku haya wan ji mijarê nîne û ew ê lêkolîn bikin. Malbatên kesên hatine girtin jî rojane ji bo ku agahiyek ji zarokên xwe bistînin, di nava liv û tevgerê dene, lê heya niha negihiştine ti encamekê.

Navê hinek kesên niha girtî ne, wiha ne;

Hacî Yildirim

Aycan Çelebî

Seîd  Abdulla Kara

Abdulkerim Yusif Kara

Sadiq Bulut Ehmed

Aydin Apaydin

Orhan Bulut

Rûken Ustun

Karoş Rustem

Şivan Mihemed

Zilan Salih

Qeder Salih

Xurbet Tunç

Rûbar Sadiq

Êhsan Şêx Silêman

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv