PDK’Ê ZEMÎNA ŞERÊ LI DIJÎ PKK’Ê AMADE DIKE?
ARÊZ ABDULLAH: DAXUYANIYA ENCUMENA ASAYÎŞÊ BÊ BINGEHE Û SIYASÎ YE
Îdîayeke din a PDK’ê bi daxuyaniyeke fermî hat derew-derxistin.
PDK’ê navê encumena asayişê bi kar anîbû û gortibû 12 kesên nêzî PKK’ê yên ev “4 meh in” amadekariya çalakiyan dikirin girtine.
Lê endamên YNK’ê yên di nava encûmena Asayîşê de cih digirin ev yek derewandin..
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê Arêz Abdullah li ser mijarê ajansa RojNewsê re axivî..
Arêz Abdullah da zanîn ku ev daxuyanî bê bingehe û wiha got.
Her meclîseke daxuyaniyekê yan jî beyanekê bide divê agahiya piraniya endaman li ser hebe.
Lê daxuyaniya PDK’ê dayî ti bingehê xwe nîne û xizmetê ji encûmenê re jî nake. Daxuyanî siyasî ye. Di demeke wisa daxuyaniyeke bi vî rengî pirsgirêk û nakokiyan ber bi kûrbûn û şer ve dibe.
Arêz Abdullah helwesta PDK’ê rexne kir û got, divê dest ji vê siyaseta xwe ya rê li ber nakokiyan vedike dawî bike..
PÊŞMERGEYÊ DÊRÎN HAZIM MAM ELÎ:
DEWLETA TIRK HEWL DIDE DI NAVA KURDAN DE ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXE
Li aliyê din revgera PDK’ê ya li herêma Garê jî fikaran li cem gelê Kurd peyda dike ku wê ev yek rê li ber şer veke..
Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Mam Elî tevgera PDK’ê weke rêdana dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kurdistanê binav dike.
ROJNAMEVAN SEFWAN EBDULA:
HÊZÊN KU PDK’Ê ŞANDINE HERÊMA GARÊ NE NIŞTIMANÎ NE
Rojnamevan Sefwan Ebdula yê li Herêma Behdînanê jî li ser heman mijarê ji Rojnewsê re axivî.
Sefwan Ebdula behsa hevkariya PDK û Mîta Tirk a li herêmê kir û got,
PDK ji bo şerê dijî gerîla li ser daxwaza Mîta Tirk hêzek şand Zînî Wertê. Lê ev pîlana wan bi ser neket û şikest.
Piştre bi alîkariya Mîtê hêza Gulan û Roj hat avakirin. Ev hêz ne nîştimanîne, taybetin û girêdayî PDK û malbata Barzanîne.
Sefwan Ebdula da zanîn ku agahî di destê wan de hene PDK li herêma Behdînan hêzeke çend hezar kes çêkiriye.