Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Armanca û planên Dewleta Tirk ji vekirina Deriyê Ovakoyê

 

VENÊRÎNEKE DIN A LI PEYMANA ŞENGALÊ
HEWLDANÊN DEWLETA TIRK A JI BO VEKIRINA DERIYÊ OVAKOYÊ

Gelo gava destpêkê ya projeya deriyê Ovakoyê li Şengalê tê avêtin?

Tê gotin, dewleta Tirk hewl dide PDK û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tevlî projeya xwe ya Deriyê Sînor ê Ovakoyê bike û bi vî rengî vê projeya xwe bibe serî.

Ji bo vê projeyê ku li ser Rojava û Başûr gef e, gava destpêkê li Şengalê hate avêtin.

PDK û Bexda di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de 9’ê Cotmehê li ser Şengalê peymanek mohr kirin.

Lê aktorên esasî yên vê peymanê li cem PDK û Bexdayê, dewleta tirk û Amerîka ne.

Ev gava bêyom a der barê Şengalê de lingek ji projeya dewleta tirk a Misakî Millî ye ku gavek jê jî vekirina Deriyê Sînor ê Ovakoyê ye.

Dewleta Tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku sala 2017’an xist rojevê, piştre hinekî reforme û berfireh kir.

Îcar dewleta tirk ji bo bicihanîna vê projeyê jî gava destpêkê li Şengalê tevî PDK û Bexdayê avêtin.

Projeya Ovakoyê ji sêgoşeya sînorê Rojava-Başûr û Bakurê Kurdistanê dest pê dike û digihêje heta Bexdayê.

Projeya ku weke rêyên bejahî û hesinî tê plankirin, ji Şirnexê dest pê dike, ji Duhokê di ser rojavayê Şengalê re derbas dibe û digihêje Telafer, Xurmatû, Mûsil û ji wir jî digihêje heta Bexdayê.

Di serdema serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî de gavên ji bo pratîzekirina vê projeyê bileztir hatin avêtin.

Trafîka dîplomasiyê jî li ber çavê raya giştî bi vê rêzê çêbû;

Destpêkê Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan meha Hezîranê serdana Bexdayê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî meha Tebaxê serdana Washîngtonê, meha Îlonê jî serdana Hewlêrê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî meha Îlonê serdana Enqereyê kir.

Piştre jî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey serdana Hewlêr û Enqereyê kir. Tê gotin ku proje di van serdanan de hatiye nirxandin.

Piştî vê trafîka bêyom, îcar ji bo çêkirina zemîna projeyê êrişa li dijî kurdan pêk hatin.

Dewleta Tirk piştî serdana Hakan Fîdan di meha Hezîranê de bi hevdemî êriş bir ser Şengal, Mexmûr û Heftanînê.

Hema piştî serdana Nêçirvan Barzanî jî PDK’ê hêza leşkerî li ser sînorê Rojava bi cih kir, xendeq kolan û dest bi çêkirina qereqolan kir.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo projeyê bixe meriyetê hin soz dane PDK, Iraq û Amerîkayê.

Soza ji bo PDK’ê ew e ku wê deriyê Xabûrê bi aktîfî bixebite.

Soza ji bo Iraqê zêdekirina hecma bazirganiyê ye.

Dewleta tirk bi qerta Îranê sozek daye Amerîkayê jî. Bi vê gavê re wê bandora Îranê were kêmkirin û Heşdî Şabî jî were lawazkirin.

Dewleta tirk bi vê projeyê dixwaze xeyalên xwe yên Misakî Millî bibe serî.

Ev projeya dewleta Tirk ji bo Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji her alî ve gefeke.

Dewleta Tirk ku bi rêya hesinî Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut kir, piştî dîwarê li ser sînor di navbera Bakur û Rojava de, niha jî bi vê projeyê hewl dide heman tiştî li sînorê Başûr û Rojava bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv