ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSAYÊ
ARTÊŞA DAGIRKER JI 3 MILAN VE HERÊM TOPBARAN KIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din dîsa êrişî herêma Eyn Îsayê kirin..
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidest xistin,
Hêzên dagirker ji 3 milan ve gundên Mişêrfe, Cenbel û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin..
Têkildarî encama êrişê, ti agahî nehatin parvekirin..
Ji Kanûna sala 2020’an ve, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe dest bi êrişa li dijî Eyn Îsayê kirin..
Lê ji ber bersivdayîna şervanên QSD’ê, hêzên dagirker nekarîn pêşde biçin..
Li gel ku xwe weke garantorê astengkirina êrişan binav kiriye jî Rûsya heta niha li hemberî tevgerên artêşa Tirk bêdeng e..