Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Dewleta Tirk agir berdaye 7 cihên cûda yên çiyayê Cûdî 08.09.2020

 

ARTÊŞA DEWLETA TIRK AGIR BERDAYE 7 CIHÊN CÛDA YÊN ÇIYAYÊ CÛDÎ

Artêşa dewleta Tirk li navçeya Payîzava ya Wanê tevgera xwe ya dagirkeriyê dorfireh kir.

Çiyayê Cûdî ji ber êrişên dewleta Tirk dişewite..

Xelkê herêmê dibêjin: dewleta bizanebûn dişewitîne.

Divê gel bi xwe, xwedî li daristanên xwe derkeve.

 

LI WANÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
ARTÊŞA TIRK LI PAYÎZAVA DEST BI TEVGERÊ KIR

 

Atêşa Tirk a dagirker li navçeya Payîzava ya Wanê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku tevger li dora herêma Nordîz dorfireh bûye.

Hejmarek zêde ya esker û cerdevanan di vê tevgerê de cî digrin.

Her wiha helîkopter jî, ji hewayê piştgirî didin tevgera dagirkeriyê.

 

ŞEWATA LI HERÊMA BOTANÊ
ARTÊŞA DEWLETA TIRK AGIR BERDAYE 7 CIHÊN CÛDA YÊN ÇIYAYÊ CÛDÎ

 

Li aliyê din artêşa dewleta Tirk di tevgera xwe ya dagirkeriyê de daristanên Kurdistanê dişewitîne.

Eskeran doh li 7 noqteyên cûda agir berdan Çiyayê Cûdi ya girêdayî Şirnexê..

Ji ber dewleta Tirk destûr nade welatî agir vemirênin, şewat her diçe belav dibe.

Di vê navberê de gundiyên Cifanê bi derfetên xwe agirê li herêma xwe vemirandin.

Şêniyên gund bang li raya giştî kirin ku li hemberî van kirinên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Jina bi navê Kudret Kazan diyar kir ku dewlet bi zanebûn herêmê dişewitîne û wiha got.

Gurbet Bîrlîk jî da zanîn ku dewleta Tirk ji bo xwezaya Kurdistanê talan bike çi ji destê wê tê dike.

Sabriye Sayar dibêje, dibirîna daran ne bes e, dewlet daran dişewitîne.

 

LI GUNDÊ DÊZÊ YÊ COLEMÊRGÊ ŞEWAT DERKET
ŞEWAT DI DEMEKE KINDE BELAVÎ HERÊMÊ BÛ

 

Li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê jî şewat derket.

Şewat di demeke kinde belavî herêmê bû.

Ji ber şewatê daristan û lodên giya şewitîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv