Artêşa Tirk ku beşek ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, êrişî hêzên artêşa Iraqê kir..
Êrişa bi balafirên şer ên bê mirov li herêma Biradostê pêk hat û di encamê de 2 fermandarên payebilind ên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan..
Serok-komarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê êtrişa artêşa Tirk şermezar kir..
2 FERMANDARÊN PAYEBILIND ÊN KURD ŞEHÎD BÛN
Li herêma Sîdekanê dema erebeyeke artêşa Iraqê di nava tevgerê de bû, balafirên şer ên Artêşa Tirk lê dan..
Têkildarî êrişî artêşa Iraqê daxuyaniyek da û êriş weke bi zanebûn pênase kir..
Li gorî daxuyaniya artêşê,
Fermandarê Tugaya 3’an a Hêzên Ewlekariya Sînor Zubeyr Halî û Fermandarê Tugaya 2’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd jiyana xwe ji dest dane..
SERO-KOMAR BERHEM SALIH ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR
Li ser heman mijarê berdevkiya serokkomariya Iraqê jî daxuyaniyek da..
Di daxuyaniyê de êriş weke binpêkirina serweriya Iraqê hat binavkirin û wiha hat gotin:
Em bi tûndî vê binpêkirina Tirkiyeyê ku bi rêya balefiran li devera Sîdekan a li Herêma Kurdistanê pêkani, şermezar dikin. Em van binpêkirinên leşkerî yên berdewam li ser xaka Iraqê weke tevgereke metirsîdar dibînin.
Ya hatî kirin eşkere li dijî qanûnên navneteweyî ye. Em bang li dewleta Tirk dikin ku yekser dawî li destdirêjiyên xwe bîne.
Di vê navberê de Iraqê serdana wezîrê Tirk Hulusî Akar a Baxdayê betal kir.