Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Iraqê: Tirkiyê serweriya xaka Iraqê binpê dike

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistan û Iraqê dewam dikin.

Artêşa Iraqê, li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da…

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirk serweriya axa Iraqê binpê dike..

Artêşa Tirk a dagirker şevê din bi balafir û çekên giran êrişî derdora herêma Heftînîn a Başûrê Kurdistanê kir..

Di van êrişan zerara herî zêde li cih û warên sivîl bû..

Têkildarî tevgera dagirkeriya Tirk, artêşa Iraqê nerazîbûn nîşan da..

Berdevkê artêşê Yehya Resûl bi daxuyaniyeke fermî êrişa dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Iraqê binav kir û wiha got:

18 balafirên dewleta Tirk, qada hewayî ya Iraqê derbas kirine û gihîştine qezaya Şergat a ser bi parêzgeha Selahedînê û bombebaran kirine.

Li hemberî van êrişan Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li hêzên ewlekarî û îstîxbareta navxweyî kiriye.

Yehya Resul eşkere kir ku wan de dest bi çalakkirina sîstema parastinê kirine û got, divê Tirkiyê êdî karên wiha dûbare neke.

Hêjayî gotinê ye qezaya Şergat 115 kîlometre li Başûrê Nînovayê ye. 125 kîlometre dikeve Bakurê Tikrît ya navenda parêzgeha Selahedîn.

Herwiha 135 kîlometre dikeve Rojavayê parêzgeha Kerkûkê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv