Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Niştimanî ya Lîbî: Hikûmeta Fayiz El Serac amadekariyên şer dike

 

Hêzên Rojhilatê Lîbyayê eşkere kirin ku ew li dijî ragihandina agirbesta hukûmeta Fayîz El Sarrac in..

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ahmed El Misrmarî diyar kir ku hukûmeta Serrac hêzên xwe ji bo şer amade dike û got,

Eger hewldaneke êrişê li dijî Sirte û Cefra pêk were, ew ê bersiveke tûnd bidin..

Îna derbasbûyî serokê hukûmeta Terablûsê Fayîz El Serrac agirbest ragihand..

Yek ji şertên El Sarrac ew bû ku bajarên Sirte û Cufra bi hêzên leşkerî were valakirin..

Têkildarî mijarê Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî daxuyaniyek da..

El Mismarî ragihand ku hihevekirina Fayiz El-Serac îmze kiriye ji bo propagandayê ye û got, komeke leşkerî girêdayî Tirkiyê amadekariyên êrişa li dijî bajarê Sirte dikin..

Berdevkê artêşê Mismarî di kongreya çapemeniyê de anî ziman ku hukûmeta El-Serac sivîlan bê sûc digire û wiha dewam kir:

Artêşa Niştimanî di 24 saetên dawî de tevgera keştiyên şer ên Tirkiyê şopand ku ber bi Sirtê ve bi pêş de diçin û amadekariyên êrişê dikin.

Ev tevgera dawî nîşan dide ku ti niyeta El Serac a agirbestê tine ye..

Ahmed El Mismarî hişyarî da ku ger hewldana êrişekê li dijî Sirte û Cufra pêş bikevin, ew ê bersiveke tûnd bidin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv