ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ: JI BO AGIRBEST PÊK WERE, ŞERTE KU DEWLETA TIRK JI LÎBYAYÊ DERKEVE
Li Lîbyayê pêştî banga hukûmeta Fayiz El Sarrac, mijara agirbestê tê gotûbêjkirin..
Lê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi goman mijarê digre dest û ji bo pêkanîna agirbestê ev şertên xwe eşkerekirin:
Divê dewleta Tirk ji axa Lîbyayê derkeve..
Saziya Ragihandinê ya El Erebiyê diyar kir ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji bo pêkanîna agirbestê, şertên xwe radestî Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kirin..
Li gorî vê yekê,
Ji bo agirbesteke mayînde pêk were, lazime dewleta Tirk ji Lîbyayê derkeve û komên çekdar ên li derdora bajarên Sirte û Cufra hatine bicih kirin, werin dûrxistin..
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi taybet weke şert diyar dike ku lazime baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ji holê werin rakirin..
Di nava daxwazên artêşa niştimanî de ev şert jî hatine bicihkirin:
Pêwîste ji bo vekişandina şêwirmendên leşkerî yên Tirk ji Lîbyayê, dem were diyarkirin. Her wiha hêzên milîs çekên xwe radest bikin..