Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Niştimanî .ya Lîbyayê:Emê bi tundî li hedefên Dedwleta Tirk bidin

 

ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ:
EM Ê BI TÛNDÎ LI HEDEFÊN DEWLETA TIRK BIDIN

Dewleta Tirk bi şandina balafirên şer ên bê mirov, eşkere bû aliyek ji şerê li Lîbyayê..

Li hemberî vê destwerdanê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ew ê dest bi mezintirîn operasyonên hewayî bikin..

Artêşa Hafter diyar kir ku hemû navendên dewleta Tirk ên li Lîbyayê wê bibin hedefên wan..

Beriya 4 rojan bi tevlîbûna balafirên bê mirov ên dewleta Tirk, li dijî navendeke hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrişeke mezin pêk hat..

Di encamê de balafirgeha El Watiye ji bin kontrola hêzên Xelîfe Hafter hat derxistin..

https://www.bloomberg.com/news/articles/2020-05-21/haftar-s-forces-announce-air-campaign-against-turkey-in-libya

Ajansa Nûçeya a Bloombergê li ser navê rayedarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê nûçeyeke bi vî sernavî parve kir:

Di dîroka Lîbyayê de wê mezintirîn êrişa hewayî wê pêk were.

Li gorî nûçeyê, hêzên general Xelîfe Hafter ragihandin ku di vê operasyonê de hemû hedefên dewleta Tirk ên li Lîbyayê wê bibin armanca êrişên wan..

Têkildarî mijarê ji berpirsê hêzên hewayî yê artêşa niştimanî Saqir El Curuşî ev peyam da:

Di kêliyên pêşiya me de, em ê bi mezintirîn êrişa hewayî ya dîroka Lîbyayê rabin. Hemû navendên dewleta Tirk wê bibin armanca êrişên me yên rewa. Divê xelkê sivîl di zûtirîn demê de xwe ji navendên dewleta Tirk dûr bikin.

Wezîrê Karê Derve ê hukûmeta Fayîz El Serrac jî îdîa kir ku Rûsyayê jî ji baregeheke xwe ya li Sûriyê 7 balafirên şer şandine Lîbyayê..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv