TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ TÊK ÇÛ
ARTÊŞA TIRK 13 POLÎS Û ESKERÊN ÊSÎRÊN ŞER DI DESTÊ HPG’Ê DE KUŞTIN
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku artêşa dewleta Tirk qismek ji êsîrên şer ên di destê wan de kuştine.
Her wiha dîmenek jî ji aliyê Gerîla Tv ve hat weşandin, bê çawa li ber du deriyên kampa êsîrên şer a 3 rojan bê navber hatî bombekirin û rûxiyayî esker hene.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê de her wiha agahî hatibû dayîn, ku ji ber deriyên kampê dengê sîlehan hatiye.
Di dîmen de ev deng kêm be jî demeke dirêj tê bihîstin.
Dewleta Tirk ragihand, ku Huseyîn Sari yê esker, Sedat Yabalak ê polîs, Semih Ozbey ê esker, Adîl Kabakli yê esker, Vedat Kaya yê polîs, Suleyman Sungur ê esker, Mevlut Kahvecî yê Esker û Muslum Altintaş ê esker, Aydin Kose û Mihemed Salih Kanca di êrişê de hatine kuştin.
Her wiha otopsiya li ser cenazeyên 3 êsîrên şer jî didome.
Dewleta Tirk 4 rojan bi 40 balafiran kampa ku êsîr lê dihatin girtin bombe kirin.
Di encama vê êrişê de 13 êsîrên şer ku esker û polîsên wê bûn bixwe kuştin.