LI BAKUR TEVGERA DAGIRKERIYÊ
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI AMED, MÛŞ Û MÊRDÎNÊ DEST BI TEVGERA DAGIRKERIYÊ KIR
Li navça Amed Licê tevgera dagirkeriyê 9’ê çileyê dest pê kiribû.
Ev êriş li qadên çiyayî yên gundên Cinezûr, Dibek, Hiseynik û Mişirfê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, eskerên dagirker bi yekîneyên veşartî digerin.
Hate diyarkirin bi wesayîtên sivîl ên ku ji navenda Amedê anîne leşkeran dibin herêmên navborî.
Heman yekîneyên leşkerî piştî ku êrîş temam bûne bi eynî wesayitan vegeriyane qijleyên leşkerî yên li navçeya Licê.
Li aliyê din li navçeya Mûşê Gumgumê jî bi hejmareke zêde ya eskeran tevgera dagirkeriyê dest pê kir.
Tevgera dagirkeriyê li herêma di navbera gundên Baska, Qulan, Rindaliyê û Qeremeşe de pêk tê.
Li gorî agahiyan ji Gumgumê û ji navçeya Çewlik Kanîreşê esker û cerdevan kişandine herêmê.
Li navça Mêrdîn Nisêbînê jî, walîtiya dagirker a Mêrdînê li bejahiya Çiyayê Bagokê derketina derve ‘qedexe’ kir.
Li qada qedexe hatiye ragihandin gundên Êlim, Efşê, Geliyê Sora, Merbab, Berkurk, Mişawil, Qudb, Fisqîn, Hibab, Badibê, Sêderî, Xirabêmişka, Marînê, Şekrîn, Bahmin û Yol hene.
Eskerên dagirker dor li gundên navborî girtine.
Helîkopterên eskerî li ser herêmê digerin.