Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa tirk a ji gerîlayan derb xwar li kampa êsîran xist 11.02.2021

 

ŞERÊ LI GARÊ BI DIJWARÎ DEWAM DIKE
ARTÊŞA TIRK A JI GERÎLAYAN DERB XWAR LI KAMPA ÊSÎRAN XIST

Ji şeva 10’ê sibatê ve artêşa tirk a dagirker li dijî Garê dest bi êrişeke nû kiriye.

Ragihandina tirk der barê şer de bi nûçeyên derew propagandayeke reş dimeşîne.

Rayedarên tirk ên roja destpêkê daxuyaniyên ji nava xwe têr didan, niha behsa eskerên xwe yên kuştî dikin.

Rejîma tirk ji bo ser binketina xwe bigre bombe li çiyayên Kurdistanê dibarîne.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê artêşa dagirker kampa ku esker, polîs, endamên MÎT’ê yên di destê gerîla de esîr in bombebaran kiriye.

Piştî vê agahiyê niha dîsa çav zivirîn ser malbatên wan ên ku bi salan e dixwazin rayedar bikevin dewrê û esîr serbest werin berdan.

Lê rayedarên tirk piştî ewqas salan jî ji zîhniyeta xwe mûyekî kêm nekirine.

Ji bo wan eskerên wan bimrin, bimînin ne xem e.

Di 21’ê cormeha 2007’an de gerîlayan li Oremarê 8 eskerên tirk esîr girtin.

Ev esker di 4’ê mijdarê de li başûrê Kurdistanê bi protokolekê teslîmî saziyên sivîl û parlamenteran kirin.

Wezîrê Edaletê yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn wê demê got; li cihê ku wisa esîr dikevin bila bimrin.

Di şerê li Garê de jî artêşa tirk a ji gerîlayan derbê xwar, êrişî kampa esîran kir.

Esîrên di destê gerîlayên PKK’ê de yên ku me xwe gihandin navê wan ev in;

Ji MÎT’ê Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li derveyî welat Erhan Pekçetîn

Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT’ê Aydin Gunel

di 4’ê Tebaxa 2017’an de li bajarokê Dokanê yê Silêmaniyeyê bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Ji bilî wan hîn jî 9 polîs û leşker di destê PKK’ê de êsîr in.

Sedat Sorgûn: Ji Erzîromê ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir û 7 sal in êsîr e.

Umît Gicir: Ji Balikesîrê ye. Ji bo Jendermeyên Navçeya Çûkûrcayê hatibû tayînkirin û 5 sal in êsîr e.

Semîh Ozbey: Ji Meletiyê ye. Dema ku ji Dersimê diçû Meletiyê ji bo destûrê hate girtin û 6 sal in êsîr e.

Adîl Kabakli: Ji Osmaniyeyê ye. Li Etîmesgût a Enqereyê perwerdeya xwe bi dawî kir û dema diçû Dersimê di rê de hate girtin û 6 sal in esîr e.

Mulsum Altintaş: Ji Rihayê ye, beriya çar salan li Dersimê ku leşkerî dikir hat girtin ev 2 sal in esîr e.

Mevlût Kahvecî: Ji Eskîşehîrê ye. Dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê 5 sal beriya niha esîr hate girtin.

Sedat Yabalak: Ji Mersînê ye. Li Rihayê polîs bû. Dema ku ji Erzîromê diçû Rihayê di rêya Amed-Licê de bû esîr û 6 sal in êsîr e.

Suleyamn Sûngûr: Ji Sêrtê ye. Li Çewlikê leşkerî dikir. Di rêya Amed-Licê de berî çare salan bû êsîr.

Huseyîn Sari: Ji Mereşê ye. Li Sarikamişê çawişê pispor bû. Dema diçû Mereşê beriya çar salan bû êsîr.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv