ARTÊŞA TIRK ÇIYAYÊ GABARÊ DIŞEWITÎNE
QASÎ 10 ROJIN MUDEXALE TÊ ASTENGKIRIN
Çiyayên Gabarê ev 10 roj in dişewitin.
Artêşa dewleta Tirk a ku agir berdaye daristanê destûr nade gel vemirîne.
Hat ragihandin ku agir li qadeke berferih belav bûye.
Beriya bi 10 rojan artêşa Tirk li herêma Gabar a Şirnexê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Di vê tevgerê de agir berda daristanên li herêmê.
Û ji wê rojê ve bênavber çiyayên li herêmê dişewitin..
Welatiyên dixwezin agir vemrînin jî ji aliyê eskerên Tirk ve tên astengkirin.
Hat ragihadin ku agir belavî qadeke berferih bûye û her diçe mezin dibe.