ARTÊŞA TIRK GUNDÊ BÎKDAWÎDA BOMBARDÛMAN KIR
DI ÊRIŞÊ DE WELATIYÊ BI NAVÊ SILÊMAN ŞÊXO BIRÎNDAR BÛ
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk bi balafirên bê-mirov gundê Bîkdawîda bombebaran kirin.
Gundê Bîkdawîd girêdayî navçeya Kanî Masî yê Dihokê ye..
Di êrişê de welatiyê bi navê Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû, ziyane zêde a maddî li gund çêbû..
Hate diyarkirin ku piştî êrişê, PDK’ê ji derveyî malbatê destûr nedane kes biçe herêmê.
Her wiha tê gotin ku li herêmê tevgera hewayî ya balefiran û sewkiyateke zêde ya leşkerî jî heye..
Şevê din jî balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Bamişmişan û Şehê yên bajaroka Dînartê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de malên gundiyan zirer dîtin.
Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker qadên Seqer û Geruzeyn ya li Herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê ziyanek mezin gihiştiye rêya herêmê, bax û baxçeyê welatiyan.
Li Şengalê ji, ji doh ve liv û tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.
Ev Balafirên keşfê yên bêmirov tê texmînkirin ku ên dewleta Tirk a dagirker e.