ARTÊŞA TIRK KURDISTANÊ DIŞEWITÎNE
Eskerên dewleta Tirk ên dagirker, wekî Çiyayê Cûdî, li Çiyayê Gabar û Çiyayê Reş jî şewat derxistin.
Gundiyên ji bo vemirinadina şewatê ketin nava tevgerê jî, rastî astengiya eskeran hatin..
ARTÊŞA TIRK KURDISTANÊ DIŞEWITÎNE
DEMA ŞEWATÊ LI SER ÇIYAYÊ GABARÊ TEVGERA HELÎKOPTERAN HEBÛ
Şewata ku eskerên dewleta Tirk ên dagirker li Çiyayê Gabarê derxist, 2 rojin dewam dike.
Şewata li derdora gundên Zivîngê û Memîra hatibû derixstin.
Ber bi herêmên Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memrûka belav bû.
Hewldanên gundiyan ên ji bo vemirandina şewatan jî, hatin astengkirin.
Dema ku şewata li çiyayê Gabarê berfireh dibû, li hewayê jî tevgera helîkopterên artêşa Tirk hebû.
ŞEWATA LI ÇIYAYÊ REŞ Ê SÊRTÊ
GEL HEWL DIDIN BI XWE ŞEWATÊ VEMIRÎNIN
Li aliyê din, eskerên dewleta Tirk ên dagirker li çiyayê Reş ê li Sêrtê jî şewat derxist.
Gundî bi derfetên xwe hewl din şewatê vemirînin.
Ev çen roj in çiyayên Cûdî jî dişewitin…