TEVGERA DAGIRKERIYÊ
ARTÊŞA TIRK LI DERSIMÊ DEST BI TEVGEREKE MEZIN A DAGIRKERIYÊ KIR
Walîtiya Tirk a dagirker bi dehan herêmên girêdayî navenda Dersim û navçeyên wê weke herêmên taybet ên leşkerî îlan kirine
Her wiha ketin û derketina van herêman jî hatiye qedexekirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk îro li Dersimê dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê kiriye.
Ev tevgera dagirkeriyê li Geliyê Ahpanosê û Elîbogaziyê pêk tê.
Her wiha çavkaniyên herêmî dest nîşan kirin ku gelek helîkopter û balafirên jî li herêmê digerin.