ARTÊŞA TIRK LI TIL RIFATÊ KOMKUJÎ KIR
DI ENCAMA ÊRIŞA DAGIRKRAN DE 3 SIVÎL ŞEHÎD BÛN, 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa li Herema Til Rifatê gelê sivîl topbaran kir.
Til Refat dikeve başûrê Efrînê û kesên ku beriya 3 salan neçar man ji ber dagirkeriya Tirk koçber bin, hatin li wê derê bi cîh bûn.
Artêşa dagirker tevî çeteyên xwe îro li Til Rifatê êrişeke dijwar a bi top û hawanan pêk anî.
Di encama vê komkujiyê de, 2 jê zarok 3 sivîl şehîd bûn û bi kêmanî 6 kes jî birîndar bûn.
Rewşa hin birîndaran giran e.