Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Tirk sivîlan revand, ji helîkopterê avêtin xwarê û gotin ji devereke bilind ketine 17.09.2020

 

JI GERÎLAYAN DERB XWARIN Û DÎSA BERÊ XWE DAN SIVÎLAN
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN XWARÊ Û GOTIN, JI DEVEREKE BILIND KETINE

11’ê Îlonê li bejahiya navçeya Wanê Şaxê artêşa dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên HPG û YJA-Starê derbeke giran xwar.

Koordîneya artêşa Tirk ji hev hat xistin..

Ji ber vê derba giran artêşa Tirk berê xwe da sivîlan..

Welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji gund revandin, ji helîkopterê avêtin û gotin, ji devereke bilind ketine.

11’ê Îlonê li bejahiya navçeya Wanê Şaxê artêşa dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên HPG û YJA-Starê derbeke giran xwar.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandibûn, di çalakiyê de yuzbaşiyek jî di navê de gelek esker hatibûn kuştin û yarbayek jî bi giranî birîndar bûbû.

Derket holê, heman roja ku artêşa dewleta Tirk a dagirker derb xwarî, hovîtiyek li dijî sivîlan hatiye kirin.

Li bejahiya navçeyê Servet Tûrgût ê bavê 7 zarokan û Osman Şîban ê bavê 8 zarokan hatine revandin û paşê ji helîkopterê hatine avêtin.

Rewşa wan hê jî giran e û malbat li benda agahiyeke silametiya xizmên xwe ne.

Piştî rapora ku hat eşkerkeirin, Osman Şîban hatiye êşkencekirin, rapora derheqê Servet Tûrgût de jî hat bidestxistin.

Dagirkeriya Tirk di raporê de bi doktorên xwe daye nivîsandin, ku ji devereke bilind ketiye.

Jixwe şahidên bûyerê gotibûn, dema li nava zeviyên xwe bûn Servet û Osman bi helîkopterê hatin revandin û paşê hatin avêtin.

Dîsa ji Wanê, navçeya wê Ebexê nûçeyeke hovîtiya hêzên dagirkeriya Tirk hat.

Hêzên dagirkeriya Tirk li welatiyê bi navê Orhan Hanay ê ji gundê Davanê reşandin û birîndar kirin.

Birayê Orhan, Mustafa Hanay got, dema birayê min çû pezê xwe yê li ser sînor bîne bû hedefa êrişê.

Bi birîna xwe, xwe digihîne gundê Kaşimê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv