LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
AŞÛRIYÊN NÎNOWA JÎ PEYMAN RED KIRIN
Şandeyek ji Yekîtiya Bês Nehreyn a Niştimanî ku partiyeke Suryan, Kildan û Aşûriyên Deşa Mûsilê ye serdana nûnertiya PADÊ ya li Silêmanî kir.
Şande ji aliyê rêveberên Rêveberiya Xweser û PADÊ ve hat pêşwazîkirin.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî di navê de endamên şandeya KNK’ê jî di civînê de amade bûn.
Piştî civînê Serokê Yekîtiya Bês Nehreyn a Niştimanî Yûsif Yaqûb û Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welêt Fîkret Îgrek ji Rojnewsê re axivîn.
Yûsif Yaqûb got, çi biryara li derveyî daxwazên pêkhateyên Şengalê be nayê qebûlkirin.
Em li gel mafên Êzidiyan û pêkhateyên din hemûyan in.