Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berhema nû ya Awazê Çiya-“Gurbetelli”

 

Koma Awazê Çiya berhema xwe ya nû, ya bi navê ‘Gûrbetellî’ belav kir.

Koma Awazê Çiya vê carê li ser şehîda çapemeniya azad, yekemîn edîtora çapemeniya jinê Gûrbetellî Ersoz berhemek amade kir.

Ev stran û klîpa nû ya koma muzîkê ya gerîla, îro li ser Med Muzîk TV û portalên dîjîtal hate belavkirin.

Wekî piraniya berhemên wan ên hunerî, ev xebata nû jî hestên şoreşgerî û gelêrî dighînin hev.

Endamên komê diyar kirin ku bingeha muzîk û helbesta vê stranê ya ku bi zaravê dimilkî ye, beriya 19 salan, ji aliyê welatparêzekî (Xalis) li Çewligê ve hatibû danîn.

Der barê berhema ku ji bo bîranîna cangorî Gurbetellî Ersoz (Zeyneb) hate amadekirin, endamên gotin, “Îro di kesayeta Heval Gûrbetellî de ji bo hemû xebatkar û şehîdên çapemeniyê, me xwest em vê berhemê bi gel û guhdarvanên xwe re parve bikin. Em dibêjin û bawer dikin ku pênûs û çekê wan hevalên pîroz wê asoya me fireh bike û têkoşîna me bilindtir bike.”

Stran di salvegera 23’emîn a yekem seredîtora ragihandina jin li tevayî Kurdistan û Turkiyeyê, Gûrbetelli Ersoz hate belavkirin.

Endamên koma Awazê Çiya, di dawiya axaftina xwe de, ev hevok anîn ziman: “Bi vê boneyê, di kesayeta Heval Gûrbetellî de, em hemu şehîdên çapemeniyê bibîr tînin.”

Gotinên stranê jî wisa ne:

Kowqîl piyêr bî balişnê tiwa
Deşton û merg bî doşêk tiwa
Vora sipî lahêf tiwa
Şo kêynê ma tûr oxirbo

Gurbetellî Gurbetellî
Gurbetellî Gurbetellî
Qelemê ti biya xençerî
Gina sêr cigêr dişmenî

Ti sîmina ti zerdina
Ti melekê ezmonona
Ti sînayê sêr zerrona
Şo kêynê ma tûr oxirbo

Gurbetellî Gurbetellî
Gurbetellî Gurbetellî
Qelemê ti biya xençerî
Gina sêr cigêr dişmenî

Stranbêj : Awazê Çiya

Gotin û Muzîk: Xalis

Şîrove û Aranje: Awazê Çiya

Herêm: Çewlig

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv