Berdeveka meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku êrîşa li dijî partiya wan di heman demê de êrîşa li dijî vîn û têkoşîna jinê ye.
Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê a partiya xwe ya li Enqerê de axivî û zanîn ku siyaseta serdest a zilam teqez wê bi dawî bibe.
Berdeveka meclisa Jinan a HDP’ê got jî.
Lê bila baş bizanin ew nikarin me bêdeng bikin
BERDEVKA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN: BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ EM Ê SIYASETA MÊRÊ SERDEST TÊK BIBIN
Meclîsa jinan HDP’ê li navenda giştî ya partiyê a li Enqerê derbarê êrişên qirkirina siyasî de civîna çapameniyê li darxist.
Koma jinan a li parlementoyê, Endamên koordînasyona Meclîsê, hevseroka KCDê Leyla Guven, berdevka HDKê Îdîl Ugurlu û hevseroka BDPê Salîha Aydenîz jî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Berdevka meclîsa jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî.
Ayşe Acar Başaran dazanîn ku di êrişên qirkirina siyasî de 20 kes hatine binçavkirin û 8 ji wan jinin û got,
Ev hevalên me yên jin ku hatine binçavkirin, Ekolojîst, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna gelê Kurd didin meşandinin.
Başaran êrişên çeteyên DAIŞê beriya 6 salan li dijî Kobanê bibîrxist û wiha axivî;
Xwişk û birayên me, hevalên me li wê derê bi komkujiyê re rûbirû bûn. îqtîdara AKPê bi israr bû ku weke temaşevan bimîne. îqtîdara ku îro hesab ji me dipirse alîkariya ji bo Kobanê asteng dikir û çavê xwe ji drama li wî alî sînor pêk dihat digirt.
Li her dera cîhanê destek ji bo Kobanê dihatin dayîn, lê Serokmarê niha ê AKPê li Dîlokê gotina ” Kobanê ha ket, ha ket” bikardanî.
Berdevka Meclîsa jinan diyar kir, ku êrişa li dijî HDPê di heman demê li dijî îradeya jinê ye.
Ev 5 salin îqtîdar êrişî piştevanî, rêxistin û îradeya jinê dike.
Ji ber ku HDPê polîtîkaya îqtîdarê ya dijminatiya li jinê deşîfre kir, ew qas êriş dike.
Lê bila baş bizanin ew nikarin me bêdeng bikin. Fîgenan, Sebahatan û Gultanan ên ku gav paşde neavêtin di zindanê de ne. Jinên HDP’yî li kolan, qadan û meclîsê li ber xwedidin.
Ayşe Acar Başaran daxuyakirin ku êriş ji navendekê tên birêvebirin û wiha got;
Îqtîdareke ku hewl dide HDPê tenê bihêle, krîmînalîze bike û li derveyî sîstemê bihêle li ser piyan binîne heye.
Li dijî vê siyasete parçekirinê emê bi nasnameya jin bên gel hev û têkoşîna jinê mezintir bikin. Ger em têkoşîna jinê mezin bikin, teqez emê siyaseta mêrê serdest têk bibin.