Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Ayşe Acar Başaran: xwebirêxistinkirin hêza me ya herî xurt a xweparastinê

 

Parlementera HDP’ê ya Batmanê Eyşe Acar Başaran di rojnameya Yenî Yaşamê de bi ser navê

Xwe-Birêxistin kirin hêza me ya herî xurt a xwe parstinê ye gotarek nivîsî.

Eyşe Acar divê nivîsa xwe de dibêje:

Bedena jinê weke qada şer hatiye dîtin û tenê rêyeke hey ku jin bikaribin xwe ji van êrişên sîstematîk biparêzin ew jî xwe parastine.

AYŞE ACAR BAŞARAN-YENÎ YAŞAM: XWEBIRÊXISTINKIRIN HÊZA ME YA HERÎ XURT A XWEPARASTINÊ YE

Li seranserê Tirkiyê îqtîdar li dijî jinan polîtîkayên dijminê jinan de dimeşîne. Dema van polîtîkayên wê li Kurdistanê bi polîtîkayên ‘dijminatiya li dijî kurdan’ re dibe yek îcar dijminatiya wan a li dijî jinan du qat zêdetir dibe. Êdî li Tirkiyê bi tena serê xwe jinbûn yan jî kurdbûn têrî dike ku êrişî mirov were kirin.

Li aliyê din girtina sazî û dezgehên jinan, bi qeyûman ji holê rakirina şarederiyên jinan, girtin û binçavkirina jinên li ber xwe didin… ev lîste bi vî awayî dirêj dibe. Îcar di van demên dawîn de li dijî jinan destavêtin jî weke amûrekê hatiye zêdekirin.

Divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku li Batman, Şirnex û Dersimê bûyerên destdirêjî û destavêtinê wisa bûyerên ji rêzê nîn in.

Nabe ku ev bûyer weke şert û mercên herêmê yan jî bi sazûmaniya feodalî ku nêrînên oryantalîst in, were nirxandin.

Divê em van bûyeran ji polîtîka û siyaseta ku hewl dide pirsgirêka kurd bi esker û polêsan dixwaze tepeser bike, cuda nenirxînin. Têkiliya van bûyeran rasterast bi plana çokşikandinê re heye, ev parçeyekî wê planê ne.

Ji ber ku li gelek deverên cîhanê di şerên di nava dîrokê de destdirêjî, destavêtin û bêserûşûnkirin weke rêbazeke şer hatiye bikaranîn.

Ji şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê heta bi şerê li Bosna Hersekê û herî dawîn jî ji Şengalê heta Rojava ev rêbaza ku ji aliyê DAIŞ’ê ve dihat bikaranîn, weke parçeyekî zîhniyeta dagirker timî li dar bûye.

Gel û civak yan jî bîr û baweriyên di bin mêtingeriyê de ne ku axa wan hatiye dagirkirin, xwezaya wan hatiye talankirin, bi destavêtina jinan şer li ser bedena jinan hatiye meşandin. Gotin li cih be bedena jinê weke qada şer hatiye dîtin.

Bi tenê rêyeke ku jin bikaribin xwe ji van êrişên sîstematîk biparêzin heye. Ew jî xwebirêxistinkirin e. Ji ber ku xwebirêxistinkirin hêza me ya herî xurt a xweparastinê ye.

Li dijî bitenêhiştinê, li dijî tengaviyê li dijî pergala teslîmgirtinê tişta elzem mal bi mal, kuçe bi kuçe, bajar bi bajar xwe bi rêxistinkirin e. Li dijî êrişan lazim e em hemû ji xwe dest pê bikin û têkoşîn û xwebirêxistinkirinê mal bi mal, cîran bi cîran mezin û xurt bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv