PARLEMENTERA HDP’Ê AYŞE SURUCU:
DIVÊ ÊDÎ CPT LI DIJÎ TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN GAVAN BIAVÊJE
Rêber Apo ji 15ê sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Taybet ya li Girava Îmraliyê ya xwedî qanûnên taybet dîl tê girtin.
Serlêdanên parêzeran û hevdîtina malbatan bê encam tên hiştin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan-HDP ya Rihayê Ayşe Surucu tekîldarî mijarê de nirxandinên giring kir.
Ayşe Surucu diyar kir ku Ocalan bi salane di bin tecrîdeke girankirî de ye û wiha got;
PARLEMENTERA HDP’Ê AYŞE SURUCU:
BIRÊZ OCALAN MUHATABÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E
Parlementera HDP’ê destnîşankir ku girîngiya Ocalan a li Tirkiyê muhatabbûna aştî û çareseriya pirsgirêka kurd e.
Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu got:
bi tecrîdkirina Ocalan hemû nirxên mirovahiyê hatine tecrîdkirin.
Ayşe Surucu qedexeya hevdîtinan a parêzeran û malbatan jî bi bîr xist.
Parlementera HDP’ê ya Rihayê bang li CPT û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî tecrîdê gavan bavêjin.