Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Paytexta bêbextiyê Parîs 11.01.2021

 

PAYTEXTA BÊBEXTIYÊ PARÎS
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li Parîsê, paytexta xiyanet û bêbextiyê 9’ê Çileyê 2013´an sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz,Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, nava rojê li pêş çavê cîhanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Lê ji roja destpêkê ya komkujiyê ve, Kurdan tevî dostên xwe biryar dan û sûnd xwarin ku ew ê nehêlin ev komkujî weke gelek komkujiyên li vî bajarî di tariyê de bimîne. Di nava 7 salan de têkoşîna bi pêşengiya jinan, heta astekê encam girtin. Lê tevî ku bi delîlan îsbat bû ku komkujî ji bi fermana Erdoganî bi destê MÎT’a Tirk hatiye kirin jî kujerên esas hîna nehatine dadgehkirin. Ji lewma, gelê Kurd û dostên xwe bi wesileya salvegera qetilkirina her sê jinên şoreşger di serî de li Parîsê, li seranserê cîhanê daketin meydanan û ji kujeran hesap pirsîn.

Tevî xeteriya belavbûna şewba vîrusa koronayê jî deng û durişmeyên ji bo edaletê li tevahiya Ewrûpayê li meydanan bilind bû. Bi pêşengiya jinan, Kurdan tevî dostên xwe kuçe û kolanên Ewrûpayê hejandin. Di çalakiyên îsal de cara yekê di vê astê de sazî û rêxistinên jinên cîhanê û partiyên siyasî yên Fransaye elaqeyeke bi vî rengî nîşan da. Hem beşdarî çalakiyan bûn, hem jî peyamên piştgiryê dan. Di heman demê çapeneniya cîhanê jî gelek baldar bû. Her kes gelek xemgîn û dilê wan tijî hêrs û kîn bû. Ji ber ku gelê Kurd sê nivşê nû, sê şoreşger û sê pêşengên xwe ji dest dan.

Sakîne Cansiz di her warê jiyanê de ji bo jin û gelan hêviya jiyana Azad bû. Ew di heman demê de di rêxistinkirin û partîbûna jinê de jî xwedî roleke diyarker bû. Di berxwedana zîndanan de ew jina yekem bû ku tifî rûyê êşkencekar û celad Esat Oktay kir. Wê li dijî her cûre paşverûtiyê, têkoşîneke bêhempa meşand. Ew beriya şehadeta xwe ji bo her jineke li azadiyê digeriya, bûbû pîvan û îlhama têkoşînê. Bi sedan jinên şoreşger navê wê li xwe kirin û derketin serê Çiyan. Bi qetilkirina wê re nav û dengê jinên Kurd li dinyayê deng veda. Êdî Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn nasnameya jinên cîhanê û gerdûnî bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv