Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Rêxistin, yekîtî û berxwedan 27.01.2021

 

RÊXISTIN, YEKÎTÎ Û BERXWEDAN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Şengalî li hemberî peymana li dijî hebûna xwe, li ber xwe didin. A rastî, tişta ku dive bê kirin jî ew e.Yanî berxwedan e. Ji ber ku pîlanên hatine danîn, gelekî berfereh û piralî ne. Armanc dagirkirina Şengal, Rojava, Qendîl û valakirina Wargeha Mexmûrê ye.

Kurtûkurmancî tesfiyekirina pergala xweser û vîna azad e. Lê di serî de Şengal, civaka Kurd hemû êdî ne ya berê ye. Bi taybetî civaka Êzîdî ji ber van hesab û polîtîkayên qirêj yên hêzên qalkirî, gelek êş kişandine û ferman bi serê de hatine.

Fermana 3’ê Tebaxa 2014´an hîna di zêhn û mejiyê wan de weke roja yekê zindî ye. Heman hêzên qalkirî, ev civak di nav lepên qirêj ên çeteyên DAIŞ’ê de hişt. Gelo ev civaka ewçend êş kişandî, maqûl e ku baweriya xwe careke din bi van hêzan bîne.

Bi ya min, ev peyman wê nikaribin vê civaka ku piştî êşên mezin xwe ji nû de bi rêxistin kiriye, ji doza wê dûr bixin. Ji lewma bi mehan e, li dora hêza xwe ya parastine kon vedane. Rojane di bin konê berxwedanê de dibêjin; “Em hemû asayiş in”, heta peyman neyê betalkirin em ê li ber xwe bidin. Lê bi hizra min, ev yek tenê têrê nake, divê bêhtir bê berfereh kirin û mezin bibe. Ji ber ku pîlan û hesabên dijmin jî gelekî berfereh û piralî ne.

Lazim e bersiva bê dayin jî li gorî vê be. Ev jî dikare bi yekîtî û tifaqê encameke baş bigire. Ji lewma lazim e hemû siyasetvan, rewşenbîr, rûspî û pêşengên civakê ji bo Êzîdxanê kar bike û helwêsta xwe diyar bike. Dema hêza civakê bibe yek ne pêkan e ku hesabên dijmin encam negire. Rêxistin, yekîtî û berxwedan dikare rê li pêşiya dagirkerî û fermanan bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv