ENDAMÊ FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê BAHOZ ERDAL:
TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ Û GELÊ KURD JI HER DEMÊ HÎN XURTTIR E
Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal, bû mêvanê bernameya Stêrk Tv û mijarên di rojevê de nirxand.
Bahoz Erdal, bi taybetî li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo sekinî û diyar kir ku komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelên herêmê hat kirin.
Dewleta Tirk hêvî dikir ku bi vê komployê şoreşa PKK’ê bi dawî bibe, lê tevgera azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ji her demê hîn xurtir re.
ENDAMÊ FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê BAHOZ ERDAL
GERÎLAYAN LI HEFTANÎNÊ HESABÊ DAGIRKERAN TÊK BIRIN Û DESTANEKE DIN NIVÎSANDIN
Bahoz Erdal, diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi teknîka xwe ya şer bawer kir û hêviyên mezin li ser girêdan.
Têkildarî polîtîka Amerîka û Rûsyayê de jî Bahoz Erdal got; divê Amerîka polîtîka xwe di ber çavan re derbas bike. Rûsya jî pragmatîst nêzîk nebe
ENDAMÊ FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê BAHOZ ERDAL
JI BO SERXISTINA PÊNGAVÊ DIVÊ LI HEMÛ ENIYAN TEKOŞÎNEKE MEZIN WERE PÊŞXISTIN
Bahoz Erdal li ser pêngava KCK’ê ya “Dem dema azadiyê ye” jî sekinî.
Bahoz Erdal, bibîr xist ku hemû Kurd bi îmtîhaneke dîrokî re rû bi rû ne û ji bo vê ezmûnê derbas jî bikin, divê têkoşînê xurt bikin.