ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI BAŞÛR
BALEFIRÊN ŞER ÊN ARTÊŞA TIRK HERÊMA BEHDÎNAN BOMBEBARAN KIRIN
Dewleta Tirk a dagirker, rojane xaka başûrê Kurdsitanê bombebaran dike.
Bi taybetî jî herêma Behdînanê.
Artêşa Tirk a dagirker, 10’ê Mijdarê di saetên sibehê de derdora bajaroka Derkarê ya Zaxo topbaran kirin.
Di saetên êvarê de jî bi balefirên şer û topan derdora bajaroka Derkarê careke din hat bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê ziyanek mezin li rez, bax û malên welatiyan çêbû.
Bi vî awayî dewleta Tirk hewl dide gundên herêmê vala bike.
RÊVEBERÊ NAVÇEYA SÎDEKAN ÎHSAN ÇELEBÎ:
ARTÊŞA TIRK NÎVÊ SÎNORÊN NAVÇEYÊ DAGIRKIRYE
Ne tenê li herêma Behdînanê, artêşa tirk nivê navçeya Sîdekan jî dagirkirye û şêniyên herêmê naçar mane ku gundên xwe vala bikin.
Rêveberê Navçeya Sîdekan Îhsan Çelebî, diyar kir ku dewleta tirk nivê sinorên navçeyê dagirkirye.
Şêniyên herêmê jî bi zorê naçar dike ku gundên xwe vala bikin.
Îhsan Çelebî dibêje;
Artêşa Tirk ji 2017’an ve 45 ji sedî xaka navçeyê dagirkirye û xistiye bin kontrola xwe.
Li gelek deveran jî bargehên leşkerî ava kiriye…
Niha metirsiya valekirina 20 gundên li herêmê heye.
Di nava du salan de 17 welatiyên sivîl jî, ji ber êrîşên dewleta tirk şehîd bûne.