Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Behdînan û Biradostê bombebaran kirin 29.09.2020

 

ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛR
BALAFIRÊN ŞER HERÊMA BEHDÎNAN Û BIRADOSTÊ BOMBEBARAN KIRIN

Rojane Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Îro jî balafiran gundekî Amêdiyê û herêma Biradostê dan ber bombeyan.

Li gorî Ajansa Rojnewsê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, gundê Guherzê yê Amêdiyê, bi dijwarî bombebaran kirine.

Lê belê derbarê xisara canî û malî de agahî nehat bidest xistin.

Di seatên sibê de gundên Gewrezîn û Bolê yên li herêma Biradostê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de ziyanek mezin bi bax û baxçeyê xelkê herêmê ket.

Heya niha nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye an na.

Vê êvarê jî balefirên şer ên artêşa tirk devera Ziêbar ya li bajaroka Dînarte ya Akrê bombebaran kirin.

Îşev jî li qadên keşan û Banikê yên Herêma Heftaninê liv û tevgereke zêde ya helikopter û balefirên şer ên dewleta tirk hebû.

Tê gotin artêşa tirk gelek esker li herêmê danîne û dest bi tevgera dagirkeriyê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv