Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Qendîl û Biradostê bombebaran kirin 13.11.2020

 

BOMBEBARANA DEWLETA TIRK LI BAŞÛR
BALAFIRÊN ŞER HERÊMA QENDÎL Û BIRADOST BOMBEKIRIN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, îro bi awayek hemwext gundên Binarê Qendîlê û Biradostê bombebaran kirin.

Bombebaran, li gorî saeta herêmê di 17:00’an de dest pê kir.

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundên Bêpalan, Urte û Gurgamêş ên Binarê Qendîlê hedef girtin.

Di dema êrişê de balefirên keşfê jî li ser asîmanê herêmê digeriyan.

Ji ber bombebaranê ziyan li bax, baxçe û xaniyên welatiyan çêbû.

Balafirên artêşa Tirk, hemwext gundên Seqer û Gerwî yên herêma Biradostê jî bombebaran kirin.

Hat gotin ji ber êrişê rêya di navbera herdu gundan de xerabûye.

Bombardûman demeke dirêj berdewam kir û pişt re jî balefirên şer û keşfê li ser asîmanên herêmê digerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv