ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
BALAFIRÊN TIRK BOMBE LI GUNDÊN HERÊMA PIŞDER BARANDIN
Balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk gundên herêma Pişdêr bombebaran kirin.
Li gorî agahiyan herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser gundê Şênê yê herêma Pişdêrê.
Hate ragihandin ku balafiran heft caran bombe li gund barandin û xisara madî li gund kirine.
Serê sibehê herêmên Qendîl û Balekayetî jî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.