Li Wanê balafireke keşfê ya Muduriyeta Polîsan a Tirk ket xwarê.
Rayedarên Tirk ragihand ku di encamê de 2 ji wan pîlot, 7 polîsên taybet mirine..
Eşkere ye ku ketina balafirê ne bûyereke ji rêzê ye.
Lewa wezîrê karê hundir ê Tirk Suleyman Soylu tevî fermandarên artêşê bi lez çûn Wanê…
Balafira keşfê ya muduriyeta polîsan a Wanê, li çiyayê Artos a Wanê ket.
Di encamê de 7 tîmên taybet mirin, 2 ji wan pîlot in..
Balafir dema ku li çiyayê Artos ya di navbera Wan û Colemergê de xebatên keşfê dikir, kete xwarê..
Ketina balafirê hişt ku rêveberiya Tirk û artêşa wê bikevin nava liv û tevgereke awarte..
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu tevî fermandarên artêş û polîsan bilez çûn Wanê..
Ev yek jî nîşan dide ku hem ketine balafirê û me jî kesên ku hatine kuştin, ne ji rêzê ne..