Artêşa Tirk a nikare ji bejahiyê şer bike, bi balafirên şer û helîkopteran êrişan pêk tîne.
Balafirên şer ên dewleta tirk herêma behdinan bombebaran kirin.
Helîkopterên kopra jî herêma Girê Dupişk bombe kirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Girkaş ê Dêralok a ser bi Amêdiyê û Çiyayê Gare bombebaran kirin.
Derbarê ziyana bombebaranê de agahiyên zelal bi dest neketin.
Doh êvarê jî Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Behdînan barand.
Li gorî Ajansa ANF’ê, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundên ser sînorê Batûfa û Dêrelok barand.
Ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye zeviyên çandiniyê û gundên herêmê.
Ev êriş îro jî pêk hatin.
Helîkopterên kopra jî herêma Girê Dupişk bombe kirin.
Derbarê encama bombebaranê de agahiyên berfireh bi dest neketin.