Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balefirgehên Tirkiyên ji Kargoyên Israîlê re tên vekirin

Dewleta Tirk ku nema dikare ji ber krîza aboriyê li ser piya bisekine, bilez dixwaze bi welatên cîran re dest bi bazirganiyê bike û ji derve Tûrîstan bîne..

Di encama van hewldanan de, biryar hat girtin ku deriyê bi Îranê were vekirin û seferên hewayî yên bi Rûsyayê re jî dest pê bikin

Di vê navberê de, rêvebiriya Erdogan piştî 10 salan biryar da balafirgehên xwe ji Îsraîlê re jî veke.

HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO ABORIYÊ
DI DESTÊ ENQEREYÊ DE BI TENÊ RÛSYA Û ÎRAN MANE

Îran û Tirkiye ku her du jî bi pandemiya koronayê ketin krîzeke kûr a aboriyê de ne, di dawiya dawiyê de biryar dan ji hev re deriyê bazirganiyê ji nû ve vekin.

Bi armanca sivikirina krîza aboriyû serokê tirk Erdogan û serokê Îranê Rûhanî bi riya telefonê hevdîtinekê kirin.

Piştî vê hevdîtinê, her du dagirkerên Kurdistanê biryar dan, deriyên sînor ên di navbera welatên wan de bên vekirin.

Îran heta hefteya borî jî ji Tirkiyeyê gazin dikirin û digot rêvebiriya tirk xeta gazê ya di encama teqînekê de qut bûye, ji nû ve çênake.

Malpera aboriyê SP Global çend roj berê ragihandibû, Tirkiye bi tamîr-nekirina xeta gazê hem dixwaze Îran buhayê gazê daxîne û hem jî dilê Amerîkayê xweş bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû jî da xuyakirin, ji bo seferên hewayî yên ji bo tûrîzmê bi Rûsyayê re careke din dest pê bikin, ew di nava hewldanan de ne.

Lê belê li gel vê yekê jî derdorên tûrîzmê yên Tirkiyê zêde bi hêvî xuya nakin.

Çavkaniyên tûrîzma li Tirkiyê didin zanîn di 2020’an de wê tûrîstên rûs ji sedî 40 kêm bibin.

Di vê navberê de dewleta tirk destûr da ku seferên kargoyê yên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de ji nû ve dest pê bikin.

Bi vê biryarê re şîrketa fermî ya Îsraîlê El-Al piştî 10 salan, niha ji nû ve di navbera her du welatan de wê barkêşiyê bike.

Hêjayê gotinê ye ku li ser vê danûstandinê, doh medya ereb dewleta tirk bi meşandina siyaseta durû tewanbar kir û got:

Erdogan doza filistînê ji bo xwe weke amûreke bazirganiyê bikar tîne, lê belê bi Îsraîlê re jî têkiliyên xwe kûr dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv