Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Banga TEKO-JIN û TCŞ ji bo çalakiya Strasboûrgê 24.10.2020

Jinên Ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger, banga tevlîbûna çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 26-28’ê Cotmehê de ya li Strasbourgê bê lidarxistin kirin.

Bi dirûşma “Ji Bo Azadiya Rêber APO – Bi Hev Re Serhildan” rêxistinên ciwanan TEKO-JIN û TCŞ bang li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst dikin ku tevlî çalakiya rûniştinê ya di navbera 26 û 28’ê Cotmehê ya li Strasbourgê bê lidarxistin, kirin.

Daxuyanî bi tevayî wiha ye:

“Di rewşa şoreşa ku em derbas dibin de, her roj êrîşên dewleta Tirk li dijî hêzên demokratîk, gelê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser civaka kurd, zêde dibin. Armanca wan tunekirina civaka exlaqî û polîtîk, tunekirina çand, nasname û dîroka Kurdistanê ye. Sedema wê jî ev e ku civaka Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan utopiya jiyaneke azad û alternatîf diafrîne. Ev paradîgmaya civakî ya Rêber Apo ya ku li gellek deveran û li Rojavayê ketiye merîyetê, wekî stirîyek bi çavên hêzên kapîtalîst û emperyalîst re diçe, ev rastî ji bo wan xeterîyek mezin e. Êdî li her deverê cîhanê her kes konfederalizma demokratîk wekî alternatîfeke dibîne.

Çalakiya me, di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ û pêngava ciwanan a ‘Bi Hev Re Serhildan’ e me bi armanca avakirina eniya ciwanên antîfaşîst û azadiya fizîkî ya Rêber Apo da destpêkirin, tê lidarxistin. Rêber Apo ku heya niha ji 20 salan zêdetir e di bin tecrîdekê derveyî mafên mirovan de ye li Îmraliyê tê girtin.

Bi vê pêngavê em ê berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê, faşizma cîhanê, bi taybetî ya Tirkiyê û li dijî dagirkirina Kurdistanê û Bakurê Sûriyê mezintir bikin.

Pêwîst e Rêber Apo di şert û mercên azad de bikaribe rola xwe ji bo bidawîkirina şer û pêşxistina paradîgmaya xwe ya ji bo Kurdistanê û heremê û hemû cîhanê bileyze.

Berxwedana antîfaşîst ên ciwanan dikare tecrîda Îmraliyê û her wiha dagirkeriya li Kurdistanê bişikîne. Bi hev re em faşîzmê biruxînin û li tevahiya cîhanê bê navber bi paradîgmaya Rêber Apo ji bo jiyaneke azad têbikoşin!

Navnîşana Çalakiyê: Conseil de l’Europe, 1 avenue de l’Europe, 67000 Strasboûrg”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv