Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Çalakî Çalakî Ciwan Ciwan Jin

Gelê Başûr bi çalakiyên xwe xwedî li Rêberê xwe derket

 

Ji derveyî Şengalê li seranserî Başûrê Kurdistan gel ji bo rêber APO daket qadan.

Şevê din li Silêmaniyê meşeke bi meşaleyan pêk hat..

Di çalakiyan de banga çûyîna heyetekê ji bo Îmraliyê hat kirin.

GELÊ BAŞÛR: “HEYA AGAHÎ JI RÊBER APO NEYÊ EM Ê LI SER PIYAN BIN”

Xelkê Silêmanî ji bo rêber Apo daket kolanan.

Meşa girsehî di nav kolanên sereke ên bajêr de berdewam kir.

Meş di saetên êvarî de pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.

Biçûk û mezin, şêniyên wargeha Sehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê hemû, ji bo rêber Apo daketin qadan.

Meşa girsehî di nav kolanên wargehê de, bi dirûşmên dilsoziya bi Rêber APO re berdewam kir.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.

Çalakiyek jî li Hewlêrê hebû.

Bi pêşengtiya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê, li ber derê nunertiya Neteweyên Yekbûyî çalakî hat lidar xistin.

Nunera HDP’ê ya rêxistina li Hewlêrê Muzeyen Guneş, axivî û got;

Daxuyaniyên rayedarên Tirk metirsî mezintir kiriye.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî Komîteya Azadî ji Ocalan re, daxuyanî da.

Li sernavê komîteyê, çalakgerê gireva birçîbûnê Herêm Mehmûd axivî û diyar kir ku heya agahî ji Rêber Apo negirin ew ê li qadan bin.

Ev der jî bajarê Kerkûkê ye.

Xelkê Kerkûkê jî ji bo agahiyek ji Rêberê xwe werbigrin daketin qadan.

Bi dehan welatiyên Kerkûkê li taxa Penca Elî ya Kerkûkê daxuyanî dan çapemeniyê.

Amed Kerkûk, li ser navê çalakgeran daxuyanî da û got; “Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e.”

 

Ev jî hatin dîtin

Li Hewlêrê zarokek bi mêrê 42 salî hate zewicandin

Stêrk Tv

Jinan li Kelarê nerazîbûn nişanî zewaca di temenê de biçûk de dan

Stêrk Tv

Li gelek welatên cîhanê Jin mohra xwe li calakiyên li dijî tundiya ser jinan dan

Stêrk Tv

Jinên Şengalî li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Stêrk Tv

Nirxandinên Rêber APO li ser têkoşîna azdiyê jinê

Stêrk Tv

Çalakiyên 25 Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!