Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Bayik:Dewleta Tirk bi êrîşa li goristanan dixwaze gelê Kurd ji holê rake

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a Bernameya Taybet de têkildarî mijarên di rojevê de bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Ji bo berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê Cemîl Bayik got, gerîla bi şerê xwe pîlanên şerê qirêj ê dewleta Tirk a dagirker pûç dike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê li ser êrişên li dijî gorên şehîdan jî axivî û got, di vê dinyayê de yên ku goristana xirab dikin tenê dewleta Tirk e..

Dewleta Tirk bi van kirinên xwe yên hov çawa ku gorên Şêx Seîd û Seyîd Riza windakirin niha jî dixwaze gorên pakrewanên paşiyên wan jî winda bikin..

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
TENÊ GERÎLA LI DIJÎ ŞERÊ QIRÊJ Ê DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK TÊDIKOŞE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a bernameya taybet de li ser berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê rawestiya.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd derfetên xwe hemû seferber kirine û tenê gerîla bi çalakiyên xwe van pîlanan pûç dike

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
DEWLETA TIRK BI ÊRIŞA LI DIJÎ GORÊN ŞEHÎDAN DIXWAZE KOKA KURDAN BIQELÎNE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik têkildarî êrişên li dijî gorên şehîdan jî bal kişand ser rabirdûya berxwedana gelê Kurd

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv