Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bazirganiya çekan navbera Elmanya û Tirkiyê

 

Bi salane dewleta Tirk bi çekên Alman, komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne..

Rêveberiya Berlînê heta niha gelek caran dike ku wan bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re rawestandiye..

Lê belê gotin û pratîkê Almanyayê hev nagirin.

Eşkere bû ku di nava 10 mehên dawî de Almanya bi buhayê 25 mîlyon Euro, çek firotine Enqerê..

Dîroka barizganiya çekan a di navbera Almanya û Tirkiyê de ji salên 90’î ve di rojeva gelê Kurd de ye..

Asta vê bazirganiyê jî 18’ê Çileyê 2018’an heta 9’ê Cotmeha 2019’an bi êrişên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê zêdetir bû..

Di van herdû tevgerên dagirkeriyê de jî eşkere bû ku artêşa Tirk û çeteyên wê, bi çekên Almanyayê êrişî Kurdan dikin..

Ji ber vê yekê niha ji serokwezîra Alman Angela Merkel tê xwestin vê rewşê îzah bike..

Hukûmeta Federal ji bo xwe ji binê vî barê giran derbixe, gelek caran îdîa kir ku wan bazirganiya çekan li gel Tirkiyê rawestandine..

Heman hukûmetê êrişên dewleta Tirk ku bi sîlehên Alman pêk hatin jî weke binpêkirina huqûqa navneteweyî binav kirin..

Almanyayê wisa bawer dikir ku bi van gotin û daxuyaniyan ewê nerazîbûna gelê Kurd ên li hemberî xwe kêm bike..

Lê tişta di pratîkê de dewam kir raxist ber çavan ku rêveberiya Berlînê wê dest ji bazirganiya çekan bernede..

Herî dawî partiya Çep Dî Lînkê têkildarî mijarê pêşniyazpirsek da hukûmeta Federal..

Ji bersivê eşkere bû ku Almanyayê di nava 10 mehên dawî de bi buhayê 25 mîlyon Euro peymanên firtona çekan li gel Enqerê îmze kirine..

Li gorî daneyên fermî, buhayê peymanên 10 mehên dawî, ji bazirganiya sala 2018’an zêdetir e..

Ji ber ku ev rastî eşkere bûn, hukûmeta federal îdîa dike ku peymanên hatine mohrkirin tenê ji bo firotina alavên leşkerî yên deryayî ne..

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Haîko Maas hefteya derbasbûyî îdîa kiribû ku ew ê ji bilî alavên leşkerî yên hêzên deryayî, ti çekan nefroşin Tirkiyê…

Mass gotibû, Alamnya daxwaza Enqerê ya ji bo kirîna çekan red kiriye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv