BEDRAN ÇIYA KURD:
HELWESTA PDK’Ê DÛRÎ YEKRÊZIYA NETEWA KURD E
Alîkarê hevserokên rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd ji ANF’ê re axivî.
Helwesta PDK’ê, hevdîtinên navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û êrişên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk nirxand.
Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Dewleta Tirk li dijî Rojava plana êrişên nû yên dagirkeriyê dike.
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser liv û tevgera hêzên PDK’ê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Bedran Çiya Kurd anî ziman ku helwesta PDK’ê dûrî yekrêziya netewa Kurd e.
BEDRAN ÇIYA KURD:
HEVDÎTINÊN PYNK Û ENKS’Ê LI SER HILBIJARTINÊ YE
Bedran Çiya Kurd li ser hevdîtinên navbera ENKS û PYNK’ê jî agahî dan.
BEDRAN ÇIYA KURD:
DEWLETA TIRK AMADEKARIYA ÊRIŞÊN NÛ DIKE
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser anî ziman ku Dewleta Tirk li dijî Rojava plana êrişên nû yên dagirkeriyê dike û wiha got;
Her kes zane gefên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk dewam dikin. Siyaseta êriş, gefxwarin û înkarê ya Dewleta Tirk a li dijî gelê me ti carî bi dawî nebûye. Heta ku ev zîhniyet neguhere wê gefên li ser gelê me jî bidomin. Gelê me li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi siyaseta qirkirinê re rû bi rû ye. Divê em jî hesabê gef û êrişên Dewleta Tirk bikin.