Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Berdevka HDP Ebru Gunaye: Daxwazên girtiyên PKK û PAJKê mafdar û rewan in

 

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay îro civîna çapemeniyê ya heftane pêk anî.

Li ser qirkirina siyasî û pêrgala êşkeceyê ya li Îmraliyê jî sekinî.

Yek ji rojeva Ebru Gunay nirxand grevên birçîbûnê ya li zindanan bû.

Ebrû gunay got: daxwaza Girtiyên PKK û PAJK’ê daxwazên mafdar û rewane.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
WÊ BI QIRKIRINÊN SIYASÎ NIKARIBIN PÊŞIYA ME BIGIRIN

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di civîna çapemenî ya heftena de salvegera bombekirina Ozgur Ulke bi bîr xist, di şexsê Ersîn Yildiz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û xebatên çapemeniya azad jî silav kirin.

Ebru Gunay diyar kir ku desthilatedariya bi têkçûnê re rû bi rû maye, di nava 10 rojên dawî de bi binçavkirin û girtina nêzî hezar HDP’iyan hewl dide serê têkçûna xwe veşêre û têkiliya KUrdan a bi siyasetê re qut bike.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
EM Ê RÊ NEDIN, EV DESTHILATDARÎ BIGIHÊJE ARMANCA XWE

Ebru Gunay anî ziman ku yek ji hedefê qirkirina siyasî jî KCD’ye û got:

Yek ji navnîşana çareseriyê KCD ye. Hedef-girtina KCD’ê israra siyaseta şer û krîmînalîzekirina saziyên Kurdan e. Lê belê emê rê nedin desthilatdarî bigihêje armanca xwe.

Ebru Gunay li Colemergê kuştina zarokê 16 salî Ozcan Erbaş jî, wekî dewama kuştina kurdan û encama siyaseta bê-cezatî nirxand û peyama pirsîna hesabê kuştin û komkujiyan da.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
DAXWAZÊN GIRTIYÊN PKK Û PAJK’Ê MAFDAR Û REWA NE

Berdevka HDP’ê berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î jî destnîşan kir û got: Girtiyan li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan dest bi çalakiyê kriin. Ev daxwazên rewa ne. Em li pey daxwazên wan e. Li hundur û derve, emê berxwedanê esas bigirin.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
YÊN PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN DIGIRIN, PÊŞIYA MAFYA VEDIKIN

Ebru Gunay pêkanînê li dijî Rêber Apo jî, wekî xizmetkariya mekanîka darbeyê nrixand û got: Yên pêşiya birêz Ocalan û çareseriyê digirin, rabûna pêşiya mafya û rêxistinên qirêj vedikin. Lê belê bila vê yekê baş bizanibin, navnîşan û pêşengên çareseriyê jî em in û yên êrişên faşîst têk bibin û jiyana azad a wekhev jî ava bikin, em in.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
BUTÇEYA AKP-MHP’Ê BUTÇEYA ŞER Û QESRÊ YE

Ebru Gunay butçeya sala 2021″an a AKP-MHP’ê jî bi van gotinan rexne kir.

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv