Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bereya Demokrasiya gel li Başûr piştgîrî da banga Duran Kalkan

 

Piştgiriya ji bo peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ku gotibû; “Weke tevger em li ber xwe didin û wê gerîla li ber xwe bide. Helbet li vir em dixwazin pêşmergeyan jî li kêleka xwe bibînin.” her ku diçe berfireh dibe.

Di vê çarçoveyê de Eniya Demokrasiya Gel piştgiriya xwe ji bo peyamê nîşan da û daxwaz kir eniyek yekgirtî ya netewî li dijî dagirkeriyê were avakirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan 13’ê Tîrmehê bi rêya bernameya ‘Ülkeden’ a televîzyona Medya Haber, li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bangeke girîng li Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kir. Kalkan got, “Em weke PKK 40 sal e, li dijî êrîşkariyeke wisa şer dikin û li ber xwe didin. Gerîla li Xakûrkê jî li ber xwe da, niha li Heftanîn jî bi qehremanî li ber xwe dide. Weke tevger em li ber xwe didin û wê gerîla li ber xwe bide. Helbet li vir em dixwazin pêşmergeyan jî li kêleka xwe bibînin. Ji bo têkbirina plana qirkirina Kurd a AKP-MHP’ê me berî niha jî banga têkoşîn û berxwedaneke hevpar li partî û rêxistinên din kir û niha jî bang li wan dikin.”

Piştî banga Duran Kalkan gelek welatparêzan, pêşmergeyên dêrîn, kesayet, rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe nîşandan. Divê çarçoveyê de Endamê Desteya Rêveber a Eniya Demokrasiya Gel Adil Osman ji Rojnews’ê re axivî û diyarkir ew wek Eniya Demokrasiya Gel piştgiriyê didin banga Duran Kalkan.

Di destpêka axaftina xwe de Adil Osman balkişand ser dagirkeriya Tirk û got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şerek berfirehe, armanc şikandina îradeya azad a gelê Kurde. Dewleta Tirk dixwaze komkujiyan li ser gelê Kurd pêkbîne, ji bona wê hemû takek Kurd berpirse li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê rabe.”

Adil Osman da zanîn cihê mixabiniyêye ku sîstema hikûmraniya Başûrê Kurdistanê ketiye di xizmeta dagirkeriyê de û rastiyan berovajî dike. Osman got, divê êdî desthilatên Herêmê jî tevli eniya gel bibin û xwe berpirs bibinîn û li dijî dagirkeriyê rawestin.

Li ser peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî Adil Osman wiha got: “Em jî wek Eniya Demokrasiya Gel piştgiriya xwe ji vê  peyamê re radigihînin. Em bang li hêzên çekdar, pêşmerge û gelê kedkar yê Başûrê Kurdistanê dikin ku pêwîste li dijî dagirkeriyê hêza xwe têxin yek. Ger li dijî dagirkeriyê tev bi hevre nerabîn wê dagirker civaka me parçe bikin û bigihin armancên xwe.”

Di dawiyê de jî Adil Osman destnîşan kir ku gelê Kurd biryara serkeftinê daye û wê gelê Kurd bigihe armancên xwe. Adil got ji bo gihiştina serkeftinê jî divê Başûrê Kurdistanê jî bi hêzek yekgirtî, netewî, siyasî û leşkerî xwe bi rêxistin bike û li dijî dagirkeriya Tirk rabe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv