Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bêrîtan Dêrsim: PKK rûmeta hemû mirovahiyê diparêzê 03.11.2020

 

FERMANDARA BIRYARGEHA BAKURÊ KURDISTANÊ YA YJA-STAR BÊRÎTAN DÊRSIM:
NAVENDA XITIMANDINA SÎSTEMA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST ROJHILATA NAVÎN E

Fermandara Biryargeha Bakurê Kurdistanê ya YJA-Starê Bêrîtan Dersim, bû mêvana bernameya taybet a televîzyona me.

Di destpêka bernameyê de Bêrîtan Dêrsim, diyar kir ku bi şerê cîhanê yê sêyemîn re hêzên hegemonîk dixwazin sîstemê li ser piyan bigirin.

Bêrîtan Dêrsim destnîşan kir ku navneda xitimandina sîstema modernîteya kapîtalîst jî Rojhilata Navîn e.

Li dijî nerazîbûnên li dijî sîstemê jî Bêrîtan Dêrsim diyar kir ku rêbazên faşîzan tên bikaranîn.

 

BÊRÎTAN DÊRSIM:
LI HEMBER SÎSTEMA KAPÎTALÎST ALTERNATÎFA HERÎ RAST PARADÎGMAYA RÊBER APO YE

Bêrîtan Dêrsim li hemberî sîstema Kapîtalsît, lêgerîna gelan a azadiyê destnîşan kir.

 

BÊRÎTAN DÊRSIM:
ERDOGAN KESAYETEKÎ FAŞÎST Û SEREKÇETE YE, DIXWAZE XEYALÊN DAIŞ’Ê PÊK BÎNE

Fermandara Biryargeha Bakurê Kurdistanê ya YJA-Starê Bêrîtan Dêrsim, di vê çerçoveyê de serokê rejîma Faşîst Erdogan wekî serekçete binav kir û got;

Erdogan di rewşa heyî de dixwaze xeyalên DAIŞ’ê pêk bîne. Erdogan ji bo ku sîstema xwe ya faşîst li ser piyan bihêle li her deverê şer derdixe.

 

BÊRÎTAN DÊRSIM:
DIVÊ EWRUPA BIZANE ERDOGAN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI HER DEVERÊ BIRÊXISTIN KIRIYE

Derbarê helwesta rayedarên cîhanî de jî Bêrîtan Dêrsim ev hişyarî kir.

Divê Ewrupa bizane ku Erdogan çeteyên DAIŞ’ê li her deverê birêxistin kiriye.

 

BÊRÎTAN DÊRSIM:
PKK RÛMETA HEMÛ MIROVAHIYÊ DIPARÊZE

Li hemberî vê faşîzma Erdogan Bêrîtan Dêrsim bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya li hemberî faşîzmê û got;

PKK, îro rûmeta hemû mirovahiyê diparêze.

Bêrîtan Dêrsim Pêngava “Dem dema Azadiyê ye” ku KCK’ê daye destpêkirin bibîr xist û got;

Ev pêngav dîrokî ye. Gelê Kurd ber bi serkeftina mezin ve dimeşe û dem dema azadiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv