BÊRÎVANÊN COLEMÊRGÊ BI SEWALKARIYÊ DEBARA XWE DIKIN
YEKANE ÇAVKANIYA DEBARA WAN DAHATA JI PENÎR Û ŞÎR E
Berîvanên li navçeya Çelê çûne taxa Aşûtê û pez xwedî dikin jiyanek komunal ango bi hever didomînin.
Jin her roj saet di 10.00’an de tên cem hev pêşÎ taştê dixwin piştre heta tariya şevê karê xwe dimeşînin.
Lê Bêrîvan tevî vî karê zor û zehmet ne xwedî qezencek bi rêk û pêk in.
Evder taxa Aşûtê ya Colemergê ye.
Ev jî pez û bizinên berîvanên Colemergê Zelîha û Melîha ne..
Ew bi sewalkariyê debara xwe dikin.
Ji seatên sibê de ten cem hev û heya derengîya şevê karê xwe dimeşînin.
Pezê xwe didoşin û bi wî şîrî jî mast û penîr çêdikin ..
Berîya dest bi karê xwe bikin jî bi hevrê taştê dixun, sohbet dikin.
Lê Bêrîvanan tevî vî karê zor û zehmet ne xwedî qezencek bi rêk û pêk in.
Zelîha Ebîş derbarê karê dike de û qezenca ku digrê de nerînen xwe anin ziman.