Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Besê Hozat: Pergala Sermayeydarî ji ber buhrana xwe tundiya li ser jinê zêdekiriye

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat li ser êrişên li dijî jinan û têkoşîna azadiyê ya jinan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANFê re axivî.

Besê Hozat bal kişand ser zêdebûna şideta li dijî jinê û got, krîza desthilatdariya kapîtalîst a mêr, bi rengê tundî û komkujiyê berê xwe dide jinê, civakê û xwezayê.

Hevseroka Konseya Rêveber di vî warî de girîngiya mezinkirina têkoşînê destnîşan kir û got, Tevgera Jinên Kurd, pêşengiyê ji vê têkoşîna jinên cîhanê re dike.

BESÊ HOZAT: PERGALA KAPÎTALÎST JI BER BÛHRANA XWE ŞIDET ZÊDE KIRIYE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat li ser zêdebûna şideta li dijî jinan û civakê û têkoşîna jinan a li dijî vê şidetê ji bo azadiyê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANFê re axivî.

Besê Hozat zêdebûna şidetê bi krîz û bûhrana giran a pergala kapîtalîst ve girêda û got, rewşa krîzê ya pergala serdest û mêr dijî, bi rengî tundî û komkujiya li ser jin, civak û xwezayê xwe nîşan dide.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê destnîşan kir, ku rêya bidawîkirina vê faşîzmê avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk e.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze pêvajoya pandemiyê biqulibîne ser pêvajoya sazîbûna rejîma dîktatoriya faşîst. Vê yekê eşkere dibêje û dike. Êrîşa li ser jinan û nexasim êrîşa li ser tevgera jinên Kurd bi wê pergalê re têkildar e ku dixwazin ava bikin. Têkoşîna jinê pir bandorê li ser civakê dike, diguherîne, bi civakê re bîrewerî û bihistiyariya azadî û demokrasiyê çêdike.

BESÊ HOZAT: TEVGERA JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI TEVGERÊN JINÊN CÎHANÊ RE DIKE

Besê Hozat di vî warî de tevgera jinên Kurd li Kurdistanê û Tirkiyê weke pêşeng destnîşan kir û got, li Tirkiyê demokrasiya ku azadiya jinê ji xwe re kir bingeh, derbeke giran li dîktatoriya AKP-MHPê da.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê şoreşgerên jin yek bi yek bibîranîn û got, jinên Kurd wê bi baweriya ji şehîdan girtine, ji hêza xwe bawer bin û bi bawerî têkoşîna xwe bidomînin.

Tespîta Rêbertiya me ya “sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê” pêk tê. Bi rastî jî têkoşîna jinê li cîhanê hemûyî geş dibe. Her ku diçe tevgerên jinê geş dibin, xurt dibin. Zorê li pergala serwer a mêr û li modernîteya wê dikin, difeşkilînin.’

Besê Hozat destnîşan kir, ku di vî warî de Tevgera Jinên Kurd pêşengiyê ji tevgerên jinên cîhanê re dike û got, Heke em bikaribin bi jina azad re azadiya civakî ava bikin, pergala zilamperest nikare li ser piyan bimîne. Ji ber vê divê jin li qadên jiyanê hemûyan xwe bi rêxistin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv