Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana gelê Şengalê di roja 36’an de didome 06.01.2021

 

ŞENGALÎ XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVIN
BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA 36’AN DE DIDOME

Welatiyên Şengalê bi armanca li dijî peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin, ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan bikin li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 36’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Şêniyên herêmê bi çalakî û xwepêşandanên cûda ve heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine.

Lê heya niha der barê mijarê de rayederên Iraqê bersivek erênî nedane bang û daxwazên Şengaliyan.

Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Endama meclîsa jin a Şengalê Mecîde Dexîl da zanîn ku ji derveyî berxwedanê tu tişt ji wan re nemaye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv